Li Vartoya Muşê heyama girtina bizrên masiyan dest pê kir. Tesîsa ku bi kapasîteya xwe dikare 37 milyon bizran bigire, di serî de ji bo girtina 6 milyon bizrên masiyan dest bi xebatan kir.
Li tesîsa masiyan a li Vartoya Muşê dema dotin û girtina bizrên masiyan dest pê kir.
Tesîsa ku li Uskura Vartoyê hilberîna masiyan dike, ji bo zêdekirina hejmara wan her sal di van wextan de dest bi wergirtina bizrên masiyan dike.
Bizrên ku tên girtin ji bo mezin bibin tên şandin tesîsa li ser Bendava Alparslan 1ê.
Xwediyê tesîsê dibêje: “Masiyên me ji xeynî bazara Tirkiyê li bazarên Japonyayê jî tên firotin.”