Li Mûşê kelemên ku di meha nîsanê de hatibûn çandin, van rojan tên çinîn. Ev kelemên ku niha tên rakirin li gelek navçe û bajarên derdorê tên firotin.
Jê dolme, girar, şorbe, tirşî û gelek xwarinên cuda tên çêkirin…
Kelem yek ji sebzeyên zivistanê ye û di van heyaman de tê rakirin.
Li taxa Çirişa Mûşê, welatiyan dest bi rakirina keleman kir û li traktoran bar dikin dişînin derbajêr.
Tontanci dibêjin em ji zêviyan heba wê 3-4 lîreyî dikirin bi 4- 5 lîreyan jî difroşin.