Heyama reşandina tov

Cotkar bi traktoran ketin nav erdan û genim diçînin...

Heyama reşandina tov

Li herêmê heyama çandina genim dest pê kir. Li beriya Mêrdînê û li deşta Mûşê cotkar ketin nav erd û zeviyan. Ew him erdê xwe cot dikin, him jî genim direşînın.

Heyama çandina genim e.

Cotkarên herêmê jî berê xwe da erdan, niha genim û ceh direşînin.

Li Beriya Mêrdînê nêzî 3 milyon donim erd hene. Cotkarên beriyê dest bi cot kir.

Wekî din li Deşta Mûşê jî cotkar di nav erdan de ne.

Ji aliyekî bi traktoran erdê diajon, ji aliyekî ve jî tov direşînin.

Dema dibetilin jî semawera xwe pê dixin û çaya xwe vedixwin.

Genim û cehên ku niha hatine reşandin û wê havînê bên rakirin.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE