Heyama sebzeyên hişkkirî dest pê kir

Welatî qaxên bacan, firingî, îsot û kundiran hişk dikin.

Heyama sebzeyên hişkkirî dest pê kir

Li herêmê çanda sebzeyên hişkkirî yan jî ya qaxan gelekî berbelav e û welatî pir jê hez dikin. Li Entabê jî bi hatina havînê re heyama sebzeyên hişkkirî dest pê kir.

Havîn hat û dinya germ dibe.Li herêmê çanda sebzeyên hişkirî yan jî ya qaxan berbelav e.

Bi hatina havînê re jî sezona sebzeyên hişkkirî dest pê kir.

Li Entabê jî welatî ji bo zivistanê bixwin an jî bifroşin qaxên firîngî, bacan, îsot û kundiran hişk dikin.

Welatî ji bo hişkkirina sebzeyan ji daran holikan çêdikin û sebzeyên xwe yên ku di benikan re derbas kirine li ser wan hişk dikin.

Sebzeyên hişkkirî tên firotin bajarên cuda û derwelêt jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE