Heywanan ji hev diparêze

Ji bo zirarê nedin hevûdu qiloçên bizinan bi xortimê pêça

Heywanan ji hev diparêze

Şivanê Beytüşşebapî ji bo nêrî û bizin hevûdu birîndar nekin çareyeke ecêb dît. Bi saya vê tedbîrê heywanên ku 4 mehan di pangehê de dimînin zirarê nadin hevûdu.

Li Beytüşşebapê hewa gelek sar e û bi metroyan berf heye.

Şivan 4 mehên zivistanê heywanên xwe li pangehan xweyî dikin.

Lê bîna bizinên ku hînî çiyayên herêmê bûne teng dibe û her tim şer dikin. Bi qiloçên xwe boca li hev didin û hevûdu birîndar dikin.

Car caran hin bizin ji ber derbên qiloçan dimirin jî.

Şivanê Beytüşşebapî jî ji bo ku bizin zirarê nedin hevûdu çareyeke ecêp dîtiye.

Bi saya xortimên ku li qiloçên wan pêça ye, bizin çiqas li hevûdu bidin jî zirarê nadin hevûdu.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE