Heywandar bi belgeya îznê pezê xwe derdixin çêre

Li Wanê heywandar ji ber 3 roj sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da bi îzna taybet va dikarin heywanên xwe berdin çêre.

Heywandar bi belgeya îznê pezê xwe derdixin çêre

Heywandar Erdal Bayramhan diyar kir ku îsal ji ber tedbîrên vîrusa koronayê însan li malên xwe dimînin.

Bayramhan diyar kir ku ciyên ger û pîknîkê ji ber sînordarkirinan xalî bûn û wiha dewam kir, "Em wekî heywandar ji ber ku çêre li vê derê hêşîn bûye, em pezê xwe tînin û li vê derê diçêrînin. 3 roj qedexeya derketina derva tê sepandin. Me jî ji Midûriyeta Çandiniya Navçeyê belgeya îznê sitand û me heywanên xwe anîn. Heywan li vê derê ku çêre nû hêşîn bûye û zehf e, diçêrin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE