Bi hîbeya ku ji dewletê stand, li Gevaşa Vanê pagehekî mezin ava kir û dewar standin. Niha di axurê xwe de, bi rê û rêbazên modern heywandariyê dikin.
Asya Piştar li Gevaşa Vanê ji bo piştigiriya cotkar û heywandaran serî li Projeya Cotkarên Ciwan da.
Midûriya Çandinî û Heywandariyê ewil 6 dewar danê.
Piştî piştgiriya heywanan ji bo axurekî modern jî ji sedî 50 hîbe girt.
Asya xanim, tevî zilamê xwe niha li vî axurî 15 dewaran xweyî dikin û zarokên xwe didin xwendin.