Wesaît di rê de dimînin, xanî di nav berfê de winda dibin. Lê ji berfê ne tenê mirov her wiha heywan jî zehmetiyê dikşînin. Li Bilîsê di şert û mercên dijwar de heywandarî berdewam dike.
Ev der Gundê Pernaşîna Bilîsê ye.
Gundî debara xwe bir heywandariyê dikin.
Li erdê bi metreyan berf heye û ji heywanan re çêre tine.
Welatî çiloyê ku biharê berhev kirine, zivistanê didin pezên xwe.
Balyeyên çiloyan datînin ber heywanan û piştre jî ew dibin ser kaniyê.
Welatî heta zivistan biqede, di nav berf û bagerê de heywanên xwe bi vî awayî xwedî dikin.