Heywandarên Wanî zivistanê bi zehmetî heywanên xwe alif dikin

Heywandarên Wanî zivistanê bi zehmetî heywanên xwe alif dikin

Li Wana li Tirkiyeyê herî zêde heywandarî lê tê kirin heywandar gihayê havînê ji mêrgan çinîne li xizangan bar dikin, tînin li dangî direşînin û pê heywanên xwe alif dikin.

Heywandarên li wargehên li herêmên bilind ên navçeya Gurpinarê dijîn bi heywandariyê debara xwe dikin, li herêma qalindahiya berfa lê xwe dide çoka merivan ligel zor û zehmetiyê jiyana xwe didomînin.

Heywandar havînan heywanên xwe li zozanan diçêrînin û zivistanê jî di tewle û goman da xweyî dikin. Heywandar di nav rojê da heywanên xwe ji hundir derdixin û li ser berfê alif dikin.

Heywandarên li Topçîdegirmeniya gundê 75 kîlomêtro li dûrî navçeyê şeveqê zû radibin, gihayê berî çinîne û xistine lod bi xizangên ker û hespan dikişînin dangî.

Heywandar gihê li ser berfa dangî direşînin û pê heywanên xwe alif dikin.

- "Em hin caran bi hespan hin caran bi pişta xwe gihê tînin"

Şekernaz Şena diya 5 zarokan a heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmeke zor heywandariyê dikin û pê debara xwe dikin.

Şenê destnîşan kir ku her roj di saet 04.00an da radibe û wiha pê da çû:

"Nimêja xwe dikim, taştêya xwe dixwim. Paşê gihê dikişînim ser dangî. Dema roj dide jî heywanên xwe alif dikin. Paşê jî heywanan av didin. Em nîvro û berêvarê jî heman karî dikin. Rojên me bi vî awayî derbas dibin. Belê zor e lêbelê em mecbûr in vî karî bikin. Şertên jiyanê zor in. Heke pezê me nebe em nikarin jiyana xwe bidomînin. Ji ber ku mêrê min nikare bixebite bar li ser pişta min e. Her karê malê ez dikim. Em li vê derê hetanî nîsanê di nav berfê da dijîn. Em bi heywandariyê debara mala xwe dikin.

Erkan Şenê heywandar jî wiha axivî: "Li vê derê her kes cotkariyê dike. Îsal hişkahî hebû. Par berf nebarî. Îsal berf zû barî ji bo me bû hêvî. Em hin caran bi hespan hin caran bi pişta xwe gihê tînin. Her roj kirina heman karî bi zehmet e. Qalindahiya berfê zêde dibe. Em li dijî guran jî li ber xwe didin. Di demeke nêz da seriyê têkeve pêz û ew ê bizên. Barê me yê giran bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE