Îsal ji ber şewbê di Eyda Remezanê de tu kes nikare ji mala xwe derkeve. Ekîbên zabitayê yê Qoserê heywanên bêxwedî ji bîr nekırın. Wan jı esnafan goştê mırışkan temîn kır û dan heywanên bêxwedî.
Di Cejna Remezanê de ji ber şewba vîrûsa koronayê li tevahiya welêt derketina derve qedexe ye.
Ekîbên zabitayê yên Şaredariya Qosera Mêrdînê di van rojên qedexê de heywanên bêxwedî ji bîr nekirin.
Esnafên bajêr ji bo heywanan goştê mirîşkan dan zabitayan. Zabitayan jî li kolanan geriyan, heywanên bêxwedî dîtin û goşt dan wan.
Qedexeya derketina derve heta dawiya Cejna Remezanê, dê dewam bike.