Hesen qehremanê Beytüşşebapî ji bo ku heywanên li derve ji birçîna nemirin xurekê kuçikan ê taybet kirî. Xêrxwaz, hefteyê 2-3 caran diçe çolteran û xwarinê dide kuçikan.
Li herêmê sir û seqem e, her der bi berfê xemilîye.
Lê ev dîmena xweşik ji bo heywanên kovî zehmetiya herî mezin e.
Li Beytüşşebapê Hesen Qehremanê xêrxwaz hefteyê 2-3 caran diçe çolterên navçê, xurekê ku bi taybetî ji bo kuçikan kiriye, dide ber heywanan.
Hesen Qehreman bangî her kesî dike ku heywanên li derve jibîr nekin.