Heywanên li çolê nehatin jibîrkirin

Şaredariya Uludereyê li quntarên Çiyayê Tanînê êm û xwarin danîn. Li Bilîsê jî ji bo heywanên kovî alîkarî hat kirin.

Heywanên li çolê nehatin jibîrkirin

Heywanên çolê nehatın jibîrkırın. Li Qilêbana Şirnexê ekîbên şaredariyê, li Elcewaza Bilîsê jî aktîvîst û welatiyan ji bo heywanên ku birçî mane li xwezayê êm û xwarin danîn.

Li herêmê hewa gelek sar e û berf heye.

Ji ber şert û mercên zivistanê gelek heywanên kovî bê xwarin mane û birçî ne.

Şaredariya Qilebana Şirnexê ji bo heywanên li çolê birçî nemînin ekîbeke xwe şand derdora Çiyayê Tanînê.

Ekîba ku bi alîkariya kemçeyan derket çiyê, bi çewalan genim, ceh, ka û êm belav kirin.

Li Elcewaza Bilîsê jî ji bo heywanên kovî alîkarî hat kirin

Endamên Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê û komek Elcewazî derketin Çiyayê Sîpanê û li vir ji bo heywanên ku birçî mane êm û xwarin belav kirin.

Bi saya alîkariyên ku tên kirin, gelek heywanên li çol û çiyê ji birçîbûnê xilas dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE