Heywanên li derve birçî namînin

Gelek xêrxwaz her roj xwarinê datînin ber wan

Heywanên li derve birçî namînin

Ji ber sir û sermayê bi taybetî heywanên bêxwedî nikarin xwarinê bibînin. Bi saya kesên xêrxwaz ew jî birçî namînin. Li Muşê malbatek bi kampanyaya medyaya civakî ji bo heywanan mamayan berhev dike.

Heywanên li kuçeyan ji ber sir û sermayê him dicemidin him jî birçî dimînin.

Ligel vê qedexeyên dawiya hefteyê wan zêdetir birçî dihêle.

Li Muşê malbatekê ji bo ku heywan birçî nemînin û necemidin li ser medyaya civakî kampanyayek da destpêkirin.

Malbatê ji gelek deran, mamayên kûçikan, yên pisîkan, betenî û xwarin berhev kirin.

Piştre hemû xwarin tevlî hev kirin û li heywanan belav kirin. Di malbatê de hemû kes fedekariyê dikin.

Malbat di rojên qedexeyê de zêdetir xwarinê datînin da ku heywan bêmama nemînin.

Li Bitlisê jî tîmên ceyranê kûçikên bêxwedî ji bîr nekirin. Xebatkar dema ku erîzeyan çêdikin ligel xwe mamayan jî dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE