Zivistan hat û li gelek bajarên herêmê berf barî. Lê ji ber berfê carna heywanên li derve nikarin ji xwe re xwarinê peyda bikin. Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo heywanên li derve zivistanê birçî nemînin xwarinê datînin derve.
Ji dibistan, saziyên dewletê û loqenteyan bermayiyên xwarinan berhev dikin û ji bo ku heywanên li derve datînin çolê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo heywanên li kûçe, kolan û çolê birçî nemînin dixebite.
Xebatkarên şaredariyê her roj bermayînên xwarinan berhev dikin û datînin ber heywanan.
Her wiha xwarinên hazir jî dikirin û ji bo heywan bixwin diavêjin ser berfê.