Gundiyên Axaçura Norşîna Bilîsê, zivistanan heywanên xwe dibin germavê. Heywandar, bİ taybetî jî jİ bo ku şîrê gamêşan zêde bİbe dİ ava germ de wan dİşon.
Ev germava bişîfa, 7 kîlometre dûrî gundê Axaçura Norşêna Bilîsê ye.
Zivistanê, germahiya hewayê dadikeve bin sifirê û tu kes nakeve germavê. Ev yek jî kêrî heywanan tê.
Gundiyên Axaçurê heywanên xwe tînin vê derê û di germava 40 pîleyî de dişon.
Gundî dibêjin germav ji bo tendûristiya heywanan jî baş e. Bi vî awayî şîrê gamêşan jî zêde dibe.