Hez û xîreta xwendinê

Mehmet Evranê 67 salî bi efûyê vegeriya zanîngehê

Hez û xîreta xwendinê

Efûya telebeyan derket, gelek kesan berê xwe da unîversîteyan. Mehmet Evranê 67 salî jî 20 sal şûn de car din dest bi xwendina xwe ya muhendisiya înşeatê kir.

Bavê 3 zarokan e û 5 nêviyên wî hene. Lê bi ciwanan re diçe zanîngehê.

Mehmet Evranê 67 salî, 20 sal beriya vê xwendina xwe ya Mihendisiya Înşeatê nîvî hiştibû. Ew îsal bi efuya xwendekaran vegeriya zanîngehê.

Mehmet Evran got, ’’Di sala 1998an de min Zanîngeha Firatê qezenc kir; lê nebû ku biqedînim. Di dilê mın de kul bû, min dixwest ez bixwînim. Bi efuya xwendekaran vegeriyam.

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Çêwligê çi ji destê wan tê ji bo wî texsîr nakin.

Xwendekarê 67 salî dibêje ”Ji bo xwendinê dereng nîne.”

Evran wiha dewam kir, ’’Tu çend salî bî jî dikarî bixwînî, her tim dikarin bixwînin. Ev derfet nû ket destê min, min jî îstifade kir. Ez dixwazim ji ciwanan re bêjim, bila bixwînin û qiymeta xwendinê bizanibin.’’

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE