Hezkirên werzişên avî berê xwe didin Perteka navçeya Tunceliyê

Hezkirên werzişên avî berê xwe didin Perteka navçeya Tunceliyê

Li Perteka navçeya Tunceliyê li navenda werzişên avî ya ku li keviya Gola Bendavê ya Kebanê hat vekirin, dibe mazûvanê hezkirên werzişên avî.

Naçveya ku nifûsa wê derdora 11 hezarî ye, bi xweşikiya xwe ya siruştî, di hemî serdemên salên de bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne.

Li navçeyê Keleha Pertekê, Girê Tozkoparanê, Keleha Sagmanê û mizgeftên Çelebî Aga û Sungur Bey di warê geştiyariyê de xwedî giringiyeke mezin in.

Li navçeyê li navenda werzişên avî ya ku li keviya Gola Bendavê ya Kebanê ku îsal dest bi xizmetê kir, di van kêliyan de bûye navnîşaneke sereke ji bo hezkirên werzişên avî.

Geştiyarên ku di hin rojên diyarkirî yên hefteyê de têne navendê, li gola bendavê; suwarî kano, rîngo, jet skî û peraşûta avî dibin û raftîngê dikin.

- Li Gola Bendavê ya Kebanê demên bi coş û bi kelecan

Geştiyarên ku bi çalakiyên werzişî demên bi coş û kelecan bi ser dibin, piştre ji keviyê heta texma Keleha Pertekê li qadeke bi qasî 2 kîlometroyan bi beleman turan li dar dixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE