Hilberîna gûzên Adilcevazê

Her sal bi hezaran şitlên gûzan dişînin çar aliyên welêt.

Hilberîna gûzên Adilcevazê

Adilcevaza Bitlisê jı xeynî xwezaya xwe bi gûzên xwe jî gelekî meşhûr e. Gûzên ku bi ziravbûna qalik û tama kakilê xwe gelek bi nav û deng in ji çar aliyên welêt eleqeyeke zêde dibînin. Hilberîner Mehmet Akkoyunê ku bi salan e di seraya xwe de şitlên guzan mezin dike, ji bo belavbûna gûzên Adilcevazê her sal bi hezaran şitlan dişîne bajarên din.

Gûzên Adilcevazê li çar aliyên welêt belav dibin.

Hilberîner Mehmet Akkoyunê ku bi salan e ji bo belavbûna çandiniya gûzên Adilcevazê dixebite, di seraya xwe de şitlên darên gûzan hildiberîne.

Şitlên ku di serayê de tên mezinkirin ji bo danînê tên şandin bajarên din.

Akkoyun dibêje; “Gûzên me bala her kesî dikişînin. Em jî ji bo belavbûna çandiniya wan dixebitin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE