Li Bêlarinça Muşê bi piştgiriya dewletê tesîsa êmê heywanan hat vekirin. Di tesîsê de ji genim, ceh û garisan êmê heywanan tê çêkirin. Êmê ku di tesîsê de tê çêkirin tê şandin bajarên derdorê.
Tesîsa êmê heywanan li bajaroka Bêlarinça Muşê bi piştgiriya dewletê hatiye vekirin.
Di tesîsê de genim, ceh û garisên herêmê bi makîneyên modern tê hûrkirin û dibe êm.
Ji bajarên wek Mardin, Şanlıurfa û Diyarbakırê tov tên standin. Di tesîsê de tê hûrkirin û dibe êm. Pişt re jî tê şandin bajarên din.
Di heyama pandemiyê de fabrîqa nehatiye girtin û hilberîn dewam dike.
Di vê tesîsê de gelek kes dixebitin û pere qezenc dikin. Her wiha ev tesîs aboriya herêmê jî bi pêş dixe.