Hilberîna sabûnên kizwanan

Jin bi rê û rêbazên xwezayî ji kizwanan sabûnên organîk çêdikin

Hilberîna sabûnên kizwanan

Li Midyata Mardinê jinên gundê Tînateyê ji kizwanan sabûnên bittimê çêdikin. Qeymeqamê Midyatê Tekin Dündar gund ziyaret kir û mizgînî da gundiyan. Qeymeqam Dündar di axaftina xwe de got em ê bi projeyekê sabûna kizwanan bifroşın hemû dinyayê.

Li gundê Tînateyê ya girêdayî Midyata Mardinê jin bi salan e ku ji kizwanan sabûnan çêdikin.

Jin bi hatina payîzê re ji çiyayan kizwanan berhev dikin û bi van sabûnan çêdikin.

Sabûnên bitimê an jî yên kizwanan ji darên kizwanan bi rê û rêbazên xwezayî tên hilberîn.Ev sabûn ji bo gelek nexweşiyan jî derman e.

Qeymeqamê Midyatê Tekin Dündar malbatên ku sabûnan çêdikin ziyaret kir û mizgîniyek da wan.

Qeymeqam Dündar got, ‘’Gundiyên me bi tevahî bi malzeme û rêbazên xwezayî sabûnên organîk çêdikin. Em ê ji bo van bi hevkariya GAP’ê projeyekê çêkin. Ew ê bi saya vê projeyê bikaribin sabûnên xwe bifroşin hemû dinyayê.”

Li Midyatê gelek malbat sabûnên bittimê çêdikin û bi van sabûnan debara xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE