Hilberîna tovên bav û kalan

Şitlên xwemalî li cotkaran tên belavkirin...

Hilberîna tovên bav û kalan

Li Zanîngeha Muş Alparslanê di fakulteya sepandinên zanistî de ji 100î zedetir cinsên tovên bav û kalan tên hilberandin. Ev tovên xwemalî bê pere li cotkaran tên belav kirin. Bi saya tovên xemalî tam û qelîteya mehsûlan zêde dibe.

Li Zanîngeha Mûş Alparslanê ji bo kalîteya tovên çandiniyê zêde bibe xebat didomin.

Fakulteya Sepandinên Zanîstî ji 2018 an û vir ve di serayeke 45 donimî de tovên bav û kalan hildiberîne.

Dekanê Fakulteya Sepandınên zanîstî Prof. Dr. Yaşar Karadağ got, “Zanîngeha me li fFakulteya Sepandinên Zanistî li ser qadeke 45 donim dest bi xebatên zanistî yên hilberîna berên nebatî kir. Em tovên bav û kalan hildiberînin û didin cotkarên xwe.”

Di serayê de tovên tiriyê vakkas, ribês, îsot û bacanan jî din nav de ji 100î zêdetîr tovên xemalî tên hilberandin.

Bi saya tovên xemalî tam û qelîteya mahsûlan zêde dibe.

Di çercoveya projeye de şitlên Tiriyê Vakkas ku ji tovên xemalî hatine gihandin li 200 cotkaran hatin belavkirin.

Hilberînerên Mûşî ji vê sepandine gelek memnûn in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE