Di hilbijartina herêmî de dîmenên rengîn ên ji hev cudatir derketin holê.
Yek ji van jî li Keklikdüzüya gundê Bilîsê ye. Li gundê Keklikdüzüyê 20 xanî hene û bi tavhî nifûsê gund 400 kes e.
Li vî gundî ev 90 sal in mezinên gund li hev dicivin û ji bo namzediya muxtariyê kesekî diyar dikin.
Dû re di hilbijartinê de deng didin wî û bi vî awayî muxtarê gundê xwe hildibijêrin.
Di vê hilbijartinê de ji şûna muxtarê berê Abdulkerim Karabulut, Cesim Aydın bû muxtarê nû.