Li navçeya Çaldêrana Wanê bi piştgiriya Wezareta Daristan û Çandiniyê li ser 34 donim erdî sera hat çêkirin. Ev sera bi germavan tê germkirin. Di vê serayê de her sal bi tonan ber tên rakirin.
Ev der navçeya Çaldêrana Wanê ye. Li vir bi piştgiriya Wezareta Daristan û Çandiniyê li ser 34 donim erdî sera hat çêkirin.
Di vê serayê de niha hilbêrîna firingiyan an jî ya bacanên sor tê kirin.
Ev sera bi ava jeotermal yanê bi germavan germ dibe.
Bi saya vê serayê gelek kes jî bûn xwedî kar û debara mala xwe dikin.