Li Wanê hilbêrîna silqan gelekî berbelav e. Bi piştgiriya dewletê jî zêdetir bû. Niha karkerên demsalî li ser zeviyan li aliyekî kaxê dikin li aliyekî jî stranan dibêjin.
Ev der Erdîşa Wanê ye. Li navçeyê gelekî hilbêrîna silqan tê kirin.
Bi piştigiriya dewletê hilbêrîn zêde bû.Niha jî dem dema kax û kulbê ye.
Karkerên demsalî li aliyekî giyayên di nav zeviyê silqan de paqij dikin li aliyê din jî stranan dibêjin.
Bi vê yekê him debara xwe dikin him jî bêhna xwe derdixin.