Him cotkarî bi pêş ket him jî aboriya bajêr

Şaredariya Gaziantepê 6 sal berê erdên ku nedihatin bikaranîn, dabûn cotkaran. Bi vî awayî him cotkarî bi pêş ket him jî aboriya bajêr baştir bû.

Him cotkarî bi pêş ket him jî aboriya bajêr

Şaredariya Şehitkamilê ya Gaziantepê, 6 sal bere erdên vala dan cotkaran. Ew erd berê nedihat bikaranîn. Ji bo cotkar bi rehetî xwe bigihînin erd, şaredariyê rê jî çêkir.

Niha li wan erdan fistêq tên berhevkirin..

Cotkareke got, ''Berê pir zehmet bû, riya me tune bû. Em bi piyatî dihatin vê derê. Şaredariya me rê çêkir. Xwedê ji wan razî be.''

Cotkarên ku berên xwe rakirin, ji rekolteya îsal jî gelek razî ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE