Fatma Özbilici 24 salî ye û xwendekarê zanîngehê ye. Fatma xanim li Sîîrtê bi dilxwazî beşdarî xebatên xêrxwaziyê dibe. Qur’anê hînî zarokan dike, bi wan re dilîze û tevlî xebatên alîkariyê dibe.
Fatma Özbilici li Sêrtê ev 7 sal in tevlî xebatên alîkariyê dibe.
Fatma xanim, ji aliyekî ve li zanîngehê dixwîne…
Ji aliyekî ve jî ji bo xebatên xêrê bêsekin dixebite.
Li Navenda Ciwanan dersa Qur’anê dide zarokan, bi wan re dilîze.
Li derve jî tevlî xebatên Koma Wefayê dibe û diçe alîkariya hewcedaran.