Him dixebite him pirtûkan dinivisîne

Zekiyê nivîskar heya niha 3 pirtûkên çîrokan nivîsandine.

Him dixebite him pirtûkan dinivisîne

Li Êlihê Zekî Sevîmê 56 salî him li sanayiyê dixebite, him jî pirtûkan dinivisîne. Zekiyê nivîskar heta niha 3 pirtûkên çîrokan ên bi tırkî nivîsandine. Her wiha niha jî dixwaze bi kurmancî pirtûkek binivîse.

Li aliyekî li sanayiyê di dikana perçeyên otoyê de dixebite, li aliyê din pirtûkan dinivîse.

Navê vî dilxwazê nivîskariyê Zeki Sevim e.

Zekî Sevimê 56 li Êlihê dijî û ji bo debara mala xwe li sanayiyê dixebite.

Her wiha ji ber ku gelek ji xwendin û nivîsandinê jî hez dike him dixebite, him jî çîrokan dinivisîne.

Zekî mezûnê dibistana seretayî ye û heya niha bi zimanê Tirkî 3 pirtûkên çîrokan nivîsandine.

Ew niha dixwaze di rojên bê de pirtûkên bi Kurmancî binivisîne.

Ji bilî van pirtûkan Zeki Sevim du pirtûkên din jî nivîsandine û ji bo çapkirinê şandine metbetê.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE