Ender Demir ji bajarokê Girêsîran ê Batmanê ye û hosteyê sondajê ye. Hoste Enderê ku bi salan bi motoran re mijûl bûye ji xwe re wesaîtek çêkir û wesaîta wî pir ecêb e. Lewra him erebe ye him jî kelek e. Ka em lê binêrin wesaîteke çawa ye.
Bi salan hostetiya sondajê kir û bi makîne û motoran re gelek mijûl bû.
Ender Demirê ku li bajarokê Girêsîran ê Batmanê dijî di dawiyê de bi tecrubeyên xwe ji xwe re wesaîtek çêkir.
Lê wesaîta wî pir ecêb e. Lewra him li ser rê him jî li ser avê diçe.
Hoste Ender dibêje em dixwazin wesaît û keştiyên mezintir jî çêkin.
Hosteyê jêhatî keleka xwe di nav mehekê de çêkiriyê û gelek parçe jî aîdê wî ne.
Wesaît li bejayê dikare di saetekê de 15 kîlometre, li ser avê jî heya 30 kîlometreyê bilez biçe.