Him li pey rizqê xwe ye, him jî Qur’anê dixwîne

Li ber mizgeftê tişt difroşe, dema kar nebe jî Qur’ana Kerîm dixwîne

Him li pey rizqê xwe ye, him jî Qur’anê dixwîne

Cimeata mizgefta nû ya li Qosera Mêrdînê, her roj beriya nimêjê tê serdana wî; gava ew Qur’ana pîroz dixwîne guh didin dengê wî yê xweş.

Elî Erten ev 5 sal in li ber Mizgefta Nû ya Qosera Mêrdînê, li ser dezgeyekî biçûk cil û bergan difroşe.

Bi vî dezgeyî debara mala xwe dike.

Gava mişterî tunebin jî bideng Qur’anê dixwîne, rojê cûzekê diqedîne.

Cimeata mizgeftê her roj beriya nimêjê tê ser dezgeyê wî; him danûstandinê dike him jî ligel rûdine, guh dide dengê wî yê xweş.

Elî dibêje gava mirov Qur’ana Pîroz bixwîne him bêhna însên vedibe him jî mirov riya xwe şaş nake.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE