Him mamoste ye, him berber e

Ji bo dilê zarokan xweş bibe gund bi gund digere û pora wan çêdike…

Him mamoste ye, him berber e

Mamoste Xalit Topuz ligel karê xwe gund bi gund, tax bi tax digere û ji bo kêfa wan were pora zarokan çêdike. Mamoste Xalit dibêje; “xêrên bıçûk dilşadiyeke mezin didin.”

Xalit Topuz li Dibistaneke Perwerdeya Taybet a Mêrdînê mamoste ye.

Lê ew ligel mamostetiyê, berberiyê jî dike.

Tax bi tax, gund bi gund digere û pora zarokan çêdike.

Mamoste Xalit got, ‘’Li gundan zarok nikarin biçin berber. Ez jî dixwazim zarok paqij bin û di nav kêfxweşiyê de biçin dibistana xwe. “

Sloganeke mamoste jî heye. Dibêje “xêr biçûk bin jî dilşadiya wan mezin e.”

Mamoste Xalit her heftê beriya ku biçe mektebê li dibistana gund an jî taxekê pora zarokan çêdike.

Zarok jî ji elaqe û xizmeta mamoste Xalit razî ne

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE