Him paleyî kir, him li dersên xwe xebitî

Xwendekarê Siverekî beşa Endezyariya Balafiran qezenc kir

Him paleyî kir, him li dersên xwe xebitî

Li Sivereka Şanlıurfayê ciwanê ku paletiya kayê dikir, li dersên xwe jî xebitî û di dawiyê de serfiraz bû. Ciwanê Siverekî tevî hemû bêderfetiya xwe jî beşa endezyariya balafiran qezenc kir.

Serkan Karaçalıyê Siverekî paleyekî rakirina giha ye.

Li aliyê din jî xwendekarekî jêhatî ye.

Lewra li gel kar û barê giranê paletiyê ji bo xeyalên xwe jî xebitî.

Wî bi dil û can dixwest bibe endezyarê balafiran.

Ew heta jê hat xebitî, ket Beşa Endezyariya Balafiran a Zanîngeha Necmettin Erbakan a Konyayê.

Xwendekarê jîr dixwaze bibe mihendisê çêkirina teyareyan.

Ew di 45 derece germayiyê de dişixulî lê dîsa jî bi ser ket.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE