Mûş û herêma Serhedê ji bo xwedîkirina mêşên hingivîn xwedî giha û kulîlkên cur bi cur in. Him mêşvanên Mûşî him jî yên herêmê ji ber tebîeta xweş a van çiyayan kewarên xwe tînin deşta Mûşê.
Mêşvanên Mûşe, bi salan e li zozanên herêma Serhedê kewarên xwe bi cîh dikin.
Mûş û herêma Serhedê ji bo xwedîkirina mêşên hingivîn xwedî giha, tebîet û kulîlkên cur bi cur in.
Îsal ji ber hişkesaliya li welêt mêşvanên herêmê jî berê xwe dan deşta Mûşê.
Li deştê nêzî 250 hezar kewar hatine danîn û mêşvan bi hêvî ne ku 450 hezar ton hingiv rakin.