Hingîvê ji zozanên Hîzanê

Mozvan kevarên xwe biharê datînin zozanên bilind ên floraya nebatên wan zêde ne û moz hingivê tebiî çêdikin.

Hingîvê ji zozanên Hîzanê

Li zozanên Hîzana navçeya Bidlîsê dest bi derxistina hingiv kirin.

Mozvan kevarên xwe biharê datînin zozanên bilind ên floraya nebatên wan zêde ne û moz hingivê tebiî çêdikin.

Ji bo nermayiya kevaran di astekî da bigrin dora wan bi şitlên dara biyê, sergîn û heriyê tê suyaxkirin. Piştî pêvajoyeke zehmet mozvan hingiv derdixin û difroşin.

"Em hingivê rind derdixin"

Seyîthan Ekînciyê Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv a Hîzanê got li navçeyê 350 hilberînerên hingiv mozvaniyê dikin.

Ekîncî got ji ber şert û mercên demsalê îsal hilberînê bi ber û bereket be û wiha pê da çû: 

"Me li zozanan dest bi derxistina hingiv kir. Îsal kêmzêde 3 mehan şilî nebarî ji bo wê dem baş derbas dibe. Di vê heyamê da dema şilî nebare nektara li ser nebatan dimîne û dibe avantaj. Em hingivê bi qelîte derdixin. Hingivê Hîzanê li dinyayê tê zanîn. Jixwe em havînê dest bi komkirina siparîşan dikin. Dema hingiv derdixin jî siparîşan dişînin. Ji ber zêdebûna siparîşan em xwe pê ra nagihînin. Par moz gelekî hişk bûn û ji ber vê hingiv kêm derket. Îsal rewş baş e."

Aydin Gulmakê mozvan jî got ji kal û bavê xwe hînî vî meslekî bûye.

Gulmak got ji ber ku par moz zêde mirin hingiv kêm derket û wiha axivî: "Îsal rewş baş e. Em hingivê tebiî derdixin. Piştî derxistina hingiv mozan barî herêmên germ dikin. Ji ber ku hingivê me tebiî ye gelekî eleqeyê nîşan didin."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE