Li gola krater ya Nemrûdê kudikên hirçan hene. Koma Heyva Sor a Tetwana Bedlîsê ji bo geşt û gerê çû ber golê. Endamên komê bi xwe xwarin dan kudikan. Bi saya kudikên hirçan turîzma navçeyê jî xurttir dibe.
Gola krater a Nemrûdê li Tetwana Bedlîsê ye. Gola krater bi xweza û xweşikiya xwe bala welatiyan dikşîne.
Her wiha li derdora golê gelek hirçên boz jî hene. Gelek turîst ji bo ku van hirçan bibînin tên herêmê.
Koma Heyva Sor a Tetwanê ji bo geşt û gerê çû ber golê. Wan li kêleka rê 2 kudikên hirçê dîtin.
Endamên komê bi xwe xawrin dan kudikan.
Bi saya hirçên boz turîzma navçeyê pêş ve diçe.
Her sal ji 100 hezarî zêdetir turîst ji bo geşt û gerê û dîtina hirçan tên herêmê.