Hiriya ji miyan tê birîn piştî pêvajoyeke bi zihmet gel germ dike

Hiriya ji miyan tê birîn piştî pêvajoyeke bi zihmet gel germ dike

Li Wanê hiriya ji miyan tê birîn di destê jinan da bi rêgezên berê dibe lehîv, balgî, mînder, nivîn û gore.

Li Wana di heywandariya pêz da li Tirkiyeyê di rêza ewil da cî digre heywandarên ji biharê vir da heywanên xwe li Zozana Norduzê diçêrînin dest bi pezbirê kirin û mesaiya wan dewam dike.

Ji hiriya di pezbirê da tê komkirin amûrên malan tên çêkirin.

Piştî birîna pêz hirî li dora çeman bi daran tê kutan û şûştin. Paşê jin hiriyê dirêsin û dixin rîs. Ji rîsê pêz jî gore, xalîçe, carcim, rûyê balgiyan, tên çêkirin. Jin ligel teknolojiyê bi rêgezên berê hiriyê dirêsin û dîsa bi rêgezên berê jê amûran çêdikin.

Jin hiriya şûştî li destgehan şe dikin ji hev derdixin. Gel herêmê dibêje hirî li gor elyaf û singerê hem baş e hem jî ji bo tenduristiyê kêr tê, sihetê xirab nake.

- Birîna hiriya pêz ji bo wan gelekî kêr tê

Ji xwediyên pez Şukru Kurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku pezbirî bi kêrî siheta pez jî tê û wiha domand: "Em ewilî mêşinê ji bir diqetînin û di ava çem da dişon. Ji ber germbûnê lazime pêzbirî bê kirin. Mêşinên ku tên birîn tên boyaxkrin û teslîmî şivan dikin. Em heriyê jî difiroşin. Ji ber ku bo siheta mirovan başe bi taybetî di heyama dewetan da zêdetir herî tê kirîn."

- "Em cihêzê qîzên xwe pê çêdikin"

Saliha Siyahtaş a li ber devê çem herî dişûşt got ku ew ji bo cihêzên qîzên xwe herî dikirin û wiha pê da çû: "Em ji heriyê lihêf, balîf û doşekan çêdikin. Li gor elyafan herî çêtir û baştire. Dema em ji ber nexweşiya bayê diçin doxtor dibêjin goreyên ji rîs têxin piyê xwe. Li herêmê di cihêzê her qîzî da teqez lihêfên ji heriyê hene."

Sabriye Aslanê jî got ku ciwanên dizewicin di cihêzê xwe da nivînên ji heriyê hatine çêkirin dikirin û wiha domand: "Ji bo lihêfeke bo du kesan herî kêm 5 kîlo herî lazime. Ji ber giraniya heriyê em carna lihêfên tenik çêdikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE