Hişkahiyê di nav 21 salan da Sazên Bazîdê ji sedî 30 piçûk kir

Hişkahiyê di nav 21 salan da Sazên Bazîdê ji sedî 30 piçûk kir

Li Agiriyê Sazên Bazîdê yê ji gelek cure çivîkan ra malxweyîtiyê dike ji ber hişkahiyê di nav 21 salan da ji sedî piçûk bû û dîmenên sazan ji peykên hatin kişandin.

Sazên Bazîda li rojava Çiyayê Agiriyê yê wekî banê welêt tê zanîn û 5137 mêtro bilind cî digre. Sazên Badîzê û golên Saz û Golyuziyê ji gelek çivîkan ra malxweyîtiyê dikin.

Saz di nav sînorê Parka Neteweyî ya Agiriyê da cî digre, hem avî ye hem jî li ser rêya koça çivîkan e, bi tebîeta xwe ya parastî va wekî "cineta çivîkan" tê zanîn.

Hîndekarên Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Îbrahîm Çeçen ji ber hişkahî û guherîna avûhewayê li herêmê lêkolîn kirin.

Hîndekaran ji daneyên peykê yên Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê îstifade kirin û li ser guherîna ji sala 2000î vir da xebitîn.

Hîndekaran wêneyên peykê dan ber hev û hin caran jî hatin herêma sazan tiştên li herêmê dîtin û wêneyên peykê jî dan ber hev.

Di encama lêkolînan da hat tesbîtkirin ku di nav 21 salan da saz û lîç ji sedî 30 piçûk bûne.

Hîndekar bi xwendekarên xwe ra li ser saz, gol û lîçên piçûk bûne xebitîn.

- "Erdê avî hêdî hêdî vedigere axa ziha"

Serokê Beşa Erdnigariyê Doç Dr. Alperen Kayserîlî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Sazên Bazîdê ji deverên avî yên herî girîng ên Tirkiyeyê ne.

Kayserîlî destnîşan kir ku li sazan bi çavan tê dîtin ku biçûkî heye û wiha domand: "Li saziyan him ji ber sedemên siruştî û him jî ji ber yên mirovan biçûkbûneke mezin heye. Di dema vekişîna avê da jî mixabin him lîç biçûk dibin û him jî qadên sazan vê taybetiya xwe hêdî hêdî winda dikin. Erda avî hêdî hêdî cihê xwe ji hişkayiyê ra dihêle. Ev jî bobelateke hawirdorê ye û ji ber windabûna xweşiya siruştê jî bala me dikişîne. Heke em bikaribin van deran biparêzin wê demê dikarin ji nifşên nû ra bihêlin."

Kayserîlî ragihand ji derên avî bi coyên avê va tê xwestin ku av bê kişandin û pê zevî bên avdan, ji ber vê jî ava çem û newalên ber bi golan va tên kêm dibin û gol bi talûkeya ziwabûnê ra rû bi rû dimînin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Kayserîlî bi bîr xist ku Sazên Bazîdê bi ava ji Gola Masiyan û avên binî erdê va tijî dibe û wiha domand: "Bi taybetî jî qismekî ava vexwarinê ya Bazîdê bi wesîleya coyên avê va birine bajêr û ev jî ji bo vê derê baş nîne. Ji ber ku çavkaniyên me yên avî kêm bûn û ev axa niha em li serê dimeşin hişk bûye. Lazime ev qada em li serê dimeşin di nav avê da bûya. Mixabin ev jî nîşan dide ku saz û lîç biçûk bûne û siruşta vê derê hatiye xerabkirin. Çavdêrên çivîkan dibêjin ku li vê qadê nêzî 100 cure çivîk hene."

Kayserîlî daxuyand her ku qadên sazan piçûk dibin, qismekî girîng ê cureyên teyr û tûyan êdî xwe nadin van sazan û ji xwe ra cihên alternatîf digerin.

- Piçûkbûna sazan di wêneyên peykê da dixuyê

Kayserîlî daxuyand ku di wêneyên ku ji peykê hatine kişandin, di 21 salên dawîn da qada sazan piçûk bûye û golên ku parçe parçeyî bûne bi awayekî zelal dixuyên. Kayserîlî wiha axivî:

"Dema em bala xwe didin nexşeyên ku ji ber dîmenên peykê hatine çêkirin, li gor sala 2000î rêjeya saz û eraziyên avzê 21 sal şûnda pir guheriye. Heke ev piçûkbûn dewam bike, mixabin qadên avî yên van deran wê ziwa bibin. Mixabin mînakên bi vî rengî li Tirkiyeyê hene."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE