Tevî ku demsal zivistan e jî li hin deveran dinya hêj wekî biharê ye. Ji wan deran yek jî deşta Muşê ye. Ligel sir û seqema li gundên hêla çiyê, li deşta Muşê bihar e.
Li aliyekî sir û seqem, berf û pûka zivistanê, li aliyê din jî hewayeke wekî biharê heye.
Li deşta Muşê eyam mîna biharê ye.
Lê li bilindcihan rewş zahf asayî ye. Ango li gorî meha Kanunê sir û seqem e, welat di nav berfê de ye.
Muşî dibêjin ku li deverên bilind zivistan 6 mehan dewam dike.