Hêlînên ji bermahiyan

Li Silvanê zarokan ji bo çûkan hêlîn çêkirin.

Hêlînên ji bermahiyan

Li Silvana Diyarbekirê zarokan bi bermahiyan, ji bo çûkan hêlîn çêkirin. Ber bi mehên zivistanê ve ji bo çûk necemidin, zarokan hêlîn li daran daliqandin.

Bermahiyên malan berhev kirin... Ew boyax kirin û xemilandin û ji wan bermahiyan hêlîn çêkirin.

Li Silvana navçeya Diyarbekirê, li navenda ciwanan, zarokan ji bo çûkan hêlîn çêkirin.

Melzemeyên bermahî yên ku wê bên avêtin, boyax kirin û xemilandin, kirin wek hêlînên çûkan.

Hêlînên ku çêkirin li park û baxçeyan li daran daliqandin da ku çûk werin tê de hêlînên xwe çêbikin.

Ji ber şewba koronayê zarok gelek di mal de mabûn û vê faeliyetê kêfa wan anî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE