Li Mêrdînê bi destê şaredariyê projeyeke balkêş tê birêvebirin. 9 ekîbên ku ji aliyê şaredariyê hatine avakirin gund bi gund digerin halê kal û pîran dipirsin û diyariyan didin wan.
Di destê wan de tûrîkên diyariyan…
Di dilê wan de xêrxwazî û rehm…
Ekîbên ku ji aliyê Walitî û Şaredariyê hatine peywirdarkirin; ji bo halê kal û pîran bipirsin û dilê wan xweş bikin mal bi mal digerin.
Dixwazin extiyarên bajêr xwe bi tenê hîs nekin û kêfa wan were.
Kal û pîr jî ji serdana wan gelekî kêfxweş in û ji wan re dia dikin.
Koma ku heya niha çûye 18 gundan dê serdanên xwe bidomîn e.