Li Silopiya Şirnexê, zarokên ku diçin navenda rehabîlîtasyonê piştî dersê, ligel mamosteyên xwe tiştên destkariyê çêdikin. bi saya vê zarok hînî karên rojanê jî dibin.
Hin ji wan nabihîzin, hinek nikarin bipeyîvin û hinek jî nabînin…
Di navenda rehabîlîtasyonê ya Silopiyê de zarokên astengdar, ligel dersên mufredatê, hînî çêkirina tiştên destkariyê jî dibin.
Mamosteyên navendê dibêjin, bi saya van çalakiyan zarok dikarin kar û barên xwe yên rojane bi xwe bikin.
Ev zarok di pêşarojê de wê karibin bi hunerên destan, debara xwe jî bikin.