Hostayê keviran piştgiriyê dixwaze

Ji bo ev zineat bi pêş bikeve û dewam bike li ber xwe dide

Hostayê keviran piştgiriyê dixwaze

Li Siwêrega Rihayê, hosta Mehmud Selanîş ev 35 sal in, wekî ku ji bav û kalên xwe hîn bûye, keviran dineqışînê. Hosta bang li rayedaran dike ku piştgiriyê bidin zineatê wî.

Alaya Tirkiyê, forsên saziyên dewletê û gelek tiştên din..

Hosta Mehmud Selanîş, kevirên taybet ên herêma Qerecdaxê dineqşîne.

Bi zineata xwe çînan li ser keviran çêdike, wan dike berhemên rengîn û taybet.

35 sal in wekî ku ji bav û kalên xwe dîtiye, vî zineatî dike.

Piştî wî jî kurê wî dê keviran bineqişîne.

Hostayê keviran dibêje; heke piştgirî bê dayîn, ez ê hunera xwe bi pêş bixim û nifşên nû jî dê elaqeyê nîşanî vê zineatê bidin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE