Hostayê tembûrê

40 sal in ku di atolyeya xwe de tembûran çêdike

Hostayê tembûrê

Li Erdîşa Wanê, hosteyekî tembûrê heye. Wî, li cem xaniyê xwe atolyeyeke muzîkê vekiriye. 40 sal in ku li wir him tembûran çêdike, him jî amûrên muzîkê yên xirabûyî tamîr dike.

Hostayê tembûrê Evdilmenaf Koçak ji Erdîşa Wanê ye.

Di zarokiya xwe de bala xwe da tembûrê. Pişt re jî tembûr bû kar 3u şixulê wî.

Evdilmenaf Hoste, li cem mala xwe atolyeyek vekir. Ev 40 sal in ku di atolyeya xwe de tembûran çêdike.

Hoste ligel çêkirina tembûrê aletên muzîkê yên xirabûyî jî tamîr dike.

Hostayê Erdîşî bi karekî ku zewqê jê digre debara xwe dike.

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE