Hoste Elî Hıkmet Buldu 76 salî ye… Li Taxa Bilîsa Mûşê, di dikaneke 4 metreçarçikî de ev tam 40 sal e xebatên xwe didomîne.
Ji tamîrkirina seatan bigrin heya sîwan, tevşo û solan gelek tiştan tamîr dike.
Hoste Elî dibêje ez 40 sal berê hatim Mûşê û ji navçeyan jî gelek kes tên ba min.
Miştêriyên wî jî ji karê wî gelek razî ne.