Hosteyê gopalên zîv

Nêzî 100 cure gopal çêdike û dixwaze xwe bigihîne zêdetir mirovan.

Hosteyê gopalên zîv

Li Ahlata Bitlisê ji darên gûzan gopalên zîvkirî û xemilandî tên çêkirin. Hosteyê gopalan Refa Gökbulak ev 35 sal in vî karî dike û gopalên ji hev dellatir çêdike.

Ji darên gûzan ên bi sedan salî gopalan çêdike.

Gopalên xwe jî bi zîvê û neqşan dike berhemeke hunerê.

Hosteyê gopalan ê Bitlisî Refa Gökbulak ev 35 sal in vî karî dike.

Hoste Gökbulak got,‘’Ez her sal hewl didim ku tiştekî nû têxim hunera xwe û pêşvetir biçim. Îsal jî min seriyê gopalên xwe jı zîvê çêkir. Ev hemû gopalên min ên taybet in.''

Hosteyê ku zêdetirî 100 cure gopal çêdike, dixwaze gopalên xwe bigihîne çar aliyê cihanê.

Bihayê gopalan jî di navbera 3 û 10 hezarî lîreyî de ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE