Hosteyê kaportayê yê jêhatî

Kazım Yeşilada him kaporteyan tamîr dike, him jî wêneyan çêdike

Hosteyê kaportayê yê jêhatî

Li Bitlisê kesekî bi navê Kazım Yeşilada, di zarokiya xwe de xwest bibe resamekî mezin. Lê ji ber şertên xirab gelek salan hostetiya kaportayan kir. Hoste Kazım dev ji xeyala xwe jî berneda û beşeke kargehê ji xwe re kir atolye. Niha ew him kaporteyan tamîr dike, him jî tabloyan çêdike...

Kazım Yeşilada hosteyê kaporteyan e û mala wî li navenda Bitlisê ye.

Ev 14 sal in di sanayiyê de hostetiyê dike.

Gava zarok bû dil dikir ku bibe resamekî mezin.

Dev ji xeyala xwe berneda, 2 salan ji bo perwerdeyê çû Navenda Perwerdeya Gel û hînî wê hunerê jî bû.

Hosteyê şareza dûv re beşeke kargehê ji xwe re kir atolye û niha tê de bi teknîka sotinê tabloyên yek ji yekê xweştir çêdike.

Kazim Yeşilada niha dixwaze ji der ve zanîngeha huneran xelas bike û zêdetir bi pêş bikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE