Hosteyê kevirên kişikê yê Baxçesarayê

Li Baxçesaraya navçeya Wanê ya Alî Yabayê 69 salî 50 sal e ji dara şimşîrê kevirên kişikê çêdike...

Hosteyê kevirên kişikê yê Baxçesarayê

 Li Baxçesaraya navçeya Wanê ya bi sedan salî ye ji xortan hetanî kalan her kes kişikê dilîze Alî Yabayê 69 salî 50 sal e ji dara şimşîrê kevirên kişikê çêdike.

Yabayê li Taxa Cewizbelenê ya 25 kîlomêtre li dûrî navendê dijî ji bo gelê herêmê yê di demên xwe yên vala da kişikê dilîze keviran amade dike.

Yaba li destgehên ji texte û hesin hatine çêkirin ji şitlên dara şimşîrê kevirên kişikê çêdike û ligel emrê xwe yê mezin meslegê xwe didomîne.

Yaba bi kêrê û devê hesin va şitlên darê rinde dike û taximeke kişikê di 10 rojî da amade dike pê tevkariyê dide debara malbata xwe.

"Ez naxwazim ev meslega were jibîrkirin"

Yaba diyar kir ku bi saya meslegê xwe li ser xwe ye û wiha pê da çû: "Li gundê me berê xêncî du malan li hemû malan ji vî destgehî hebû. Wê çaxê her kesî kevirên kişikê çêdikir û pê pereyekî baş qezenc dikir. Nika tu kes çênake, mesleg tê jibîrkirin. Lêbelê min hetanî nika dev jê berneda."

Yaba got ji ber ku meslegê kal û bavan tê jibîrkirin gelekî li ber xwe dikeve û wiha pê da çû: 

"Nika kes vî karî nake. Xort jî ji bo bixebitin diçin bajarên li rojavayê welêt, vî karî nakin. Ez li gund mam û min karê xwe domand. Salên berê min hetanî taximeke kevirên kişikê çêdikir siparîşa 10 taximan dihat dayîn. Kevirên ji dara şimşîrê tên çêkirin hem saxlem in hem jî giran in. Berê dor nedihat milet ku bikirin. Min taximek dida merivekî li pey vê 2-3 kes dihatin siparîş didan. Ez ê destgehê xwe qet terk nekim. Hetanî mirinê karê xwe bidomînim."

Yaba got heke piştgiriyê bidin wî dixwaze vî karî hînî ciwanan bike û wiha pê da çû: "Heke wiha dewam bike meslegê were jibîrkirin. Xwezila neyê jibîrkirin. Heke piştgirî were dayîn ez ê perwerdeyê bidim ciwanan û gelekî kêfxweş bibim. Ez naxwazim ev meslega were jibîrkirin."AA

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2019, 13:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE