Li Mûşê hê jî gelek kes berfa li ser banên xwe bi micrafeyan bi gotineke din bi berfmalkan paqij dikin. Lê êdî li Mûşê tenê kesek mecrefeyan çêdike û ew jî necar Mehmet Toktaş e.
Li Mûşê zivistanan gelek berf tê û li ser banan berf kom dibe.
Welatî ji bo paqijkirina berfê mecrefe bi navê din berfmalkan bi kar tînin.
Lê êdî li Mûşê tenê kesek micrafeyan çêdike.
Mehmet Toktaş ji bavê xwe hînî çêkirina berfmalkan bûye û hê jî mesleka xwe didomîne.
Hoste Toktaş dibêje, me berê salê 300 micrefe çêdikirin, lê niha hejmar gelek kêm bûye.
Necar Mehmet micrafeyên biçûk bi 50 lîreyî yên mezin jî bi 100 lîreyî difiroşe.