Hosteyê nexşandina daran

Motîfên dîrokî û berhemên ji hev xweşiktir li ser daran dinexşîne

Hosteyê nexşandina daran

Hosteyê neqişandina daran Ömer Erdoğan li Adanayê dijî. Erdoğan, motîfên dîrokî û ji hev cudatir li ser daran dinexşîne. Walitiya Adanayê ew ji unesco’yê re wek namzed nîşan da.

Ömer Erdoğan, li cem hostayekî wek çirax dest bi qoqilandina daran kiriye û 30 sal e vî karî dike.

Hosteyê daran herî zêde motîfên Selçûqî û Osmaniyan li ser daran dineqişîne.

Hosteyê Adanayî serê sibê atolyeya xwe vedike û heta derengiya êvarê dixebite.

Ew li gor daxwazê ser alavên darîn neqşên taybet an jî resman xêz dike.

Ömer Hoste bi dilxwazî dersan dide kesên ku dixwazin hînî qoqilandina daran bibin. Ew dixwaze nifşên nû hunera wî hîn bibin da ku ev huner nêye jibîrkirin.

Ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve xelata Hunermendê Kar û Barê Darîn hat dayîn wî.

Walitiya Adanayê jî ew di warê Xezîneya Mirovên Jiyanê de ji UNESCO’yê re wek namzed nîşan da.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE