Hosteyê rolyefê yê Elazığê

Ev 53 sal in rolyefan çêdike, heta niha 24 pêşangeh vekirine

Hosteyê rolyefê yê Elazığê

Hosteyê Rolyefê Harun Taşdemirê Elazığî ji bo hunera rolyefê winda nebe ev 53 sal in hewl û xîreteke mezin dide. Hosteyê rolyefê hete îro gelek berhemên xweşik û delal çêkirine. Hosteyê navdar rolyefên Serokkomarê berê Süleyman Demirel û Serok Recep Tayyip Erdoğan jî çêkirine.

Hunera rolyefê ji hunerên herî kevin ên Anadoluyê yek e.

Ji bo van berhemên ji hev delaltir jî tenê sacek û çakûçek hewce ye.

Li Elazığê jî hosteyê vî îşî Harun Taşdemir e.

Hosteyê 74 salî ev 53 sal in rolyefan çêdike.

Ji bo çêkirina rolyefekê jî di navbera mehek û 7 mehan de dixebite.

Hosteyê Rolyefê Harun Taşdemir : Min di dema xwendekariya xwe de dest bi vê hunerê kir. Ev 53 sal in ez rolyefan çêdikim. Ez bi xebatên xwe yên rolyefê hatim naskirin. Min hete niha gelek berhem çêkirin. Ez berhemên xwe yên mezin didim saziyên me yên fermî.

Hoste Harun ji Serokkomarê 9'emîn Süleyman Demirel û Serok Recep Tayyip Erdoğan re jî rolyef çêkirine.

Hosteyê navdar hete îro 24 pêşangeh vekirine.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE