Li Dêrikê Hosteyê saetan ê 80 salî, ji 7 saliya xwe û heta niha bê navber dixebite. Her roj deriyê kargeha xwe vedike û ligel temenê xwe yê mezin dev ji xebatê bernade.
Dema hînî tamîrkirina seatan bûye hêj 7 salî bûye.
Li cem kalikê xwe bi salan xebitiye û ew jî bixwe bûye hoste.
Abdulkadir Dursun Göngörürê 80 salî ji zarokatiya xwe ve li Dêrika Mêrdînê dixebite.
Li ber mala xwe ji xwe re dikanek vekiriye û seatan temîr dike.